Baskîl
Baskîl qeza Elezîzê ye. Mezinahiya erdê xwe 1195 km² ye.
Ji Elezîzê 38, ji Meletiyê jî 80 km dûr e.
Baþur û rojavayê Baskîlê bi ava bendava Karakaya,
ku li ser Ferêt hatiye avakirin, hatiye pêçan . Sînorên Baskîlê yên
din, li rojhilat digihên Elezîz û qeza Sîwrêcê, li bakûr bi qeza Kebanê
ve dibin cîran.
Her çar aliyên navenda qezê bi çiyan ve hatiya pêçan.
Beþek ji van çiyan berdewama çiyayên Torosan in. Ji van çiyan
yê herî bilind Çiyayê Hesen e, ku 2110 metro bilind e. Baskîl di navbera
çiyan de wek geliyekî ku bi cûre cûra darên meywe ve xemilî ye. Havînê,
baxçeyên miþmiþan wek kirasekî zer li deþta Baskîlê
bikin.
Têkiliyên Baskîlê bi Elezîzê re bi riya paporê û hesinrê;
bi Meletiyê re bi hesinrê, papor û bendava Karakaya ve pêk tên.
Qeza Baskîlê, ji çar dihiyên (gund) ku wek tax tên hesibandin
û navenda qezê ve pek tê. Navê taxan (mehele): Baskêlan, Kurmiyan, Þivqetan
û Nederan. Navên van hemuyan jî îro bi navên tirkî ve hatine guhertin.
Nifûsa Baskîlê di navberê 8 000 û 9 000 ye. Lê bi hinek
sedemên siyasî di navberê partiyên dewletê de wek 5000 hatiye nîþandan.
Gelê (xelk)Baskîlê, bêyî polîs, cendirme û çend karmendên dewletê yên
din, hemû kurd in. Sê gund elewî ne. Yên din sûnî ne.
Hesinrê wisa hatiya avakirin ku, dema trên di nav Baskîlê
re derbaz dibe weke tîpa S çivan dide xwe.Ev þiklê hesin rê, dibe
xatirayek û bi mejiyê rêwiyên hesinrê ve dizeliqe.
Li nêzî dihiyê (gund) Melyan dibistanek hatiye avakirin
ku ji 1-8 polan pêk tê. Þagirtên ku di vê dibistanê de dixwînin
ji dihiyan hatine berhev kirin û þev û roj li wir dimînin. Armanca
vê dibistanê eþkere ye.
Aboriya (ekonomiya) Baskîlê li ser çandinî û bax û baxçeyan
e. Di van salên dawî de miþmiþan di aboriya Baskîlê de cihekî
girîng girt.
