Rûpela pêþî
Fakta
Kultur
Xwarin
Wêne/Foto
Kurdî
Gästbok

Kifteyên Xarpêtê

(Ji bo 4-5 kesan)

Malzemeyê kiftan:
600 gram qiyme (divê bê don be)
350 gram girzik (burxura hûr)
pîvazek
du hêk
kevçiyekî xwarinê ava îsotan
kevçiyekî xwarinê ava firengan (þamikan)
kevçiyekî çayê îsota reþ
kevçiyekî çayê îsota sor ya Rihayê
kevçiyekî xwarinê naneya hûrkirî
kevçiyekî çayê reyhana hûrkirî
du kevçiyên xwarinê bexdenos
du kevçiyên çayê xwê

Malzemeyê ava kiftan:
200 gram rûn
lîtreyek av
du kevçiyên xwarinê ava firengan (þamikan)
kevçiyekî xwarinê ava îsotan
kevçiyekî çayê xwê
kevçiyekî çayê reyhana hûrkirî
• kevçiyekî çayê naneya hûrkirî

 
   


Çêkirin:


Malzemeyê xwe di leganekê de rind li hev bixe. Qasî 15-20 deqîqeyan bistêre (divê hevîr xwe baþ bigire). Ji hevîr her carê bi qasî nîv gûzê bigire û di destê xwe de yeko yek bike xilorik (girover). Hemû hevîr xilas bû þûnde dest bi amadekirina ava kiftan bike.

Ava îsot û frengan di nav rûn de sor bike. Nane, xwê û reyhanê têke nav û avê berde ser. Kel bi avê ket þûnde kifteyên xwe berde nav. Bi qasî 3-4 deqîqeyan bikelîne. Niha kifte ji bo xawinê amade ne.


 
   
NOÞÎ CAN BE!
 
2003.03.08