Kultur
Her çiqes di warê ziman û kulturê de asîmîlasyonek li
ser keç û xortên Baskîlê hebe jî kultura kurdî hîn jî tê parastin (bêtir
jî li dihiyan ango li gundan).
Keç xwastin
Zewaca keç û xortan ne zehmet e.Ji ber ku wek deverên
Kurdistanê yên din qeling ango next li derdora Baskîlê nemaye. Lê ku
li hin dihan (gundan) mabe jî pir kêm e. Wexta ku dilê keç û xortekî
li hev hebe, an jî ku dê û bavên xort keçekê ji bo kurê xwe biecibînin
(pê rayî bibin), dê û bavên xort xeberê diþînin mala bavê keçê.
Li ser rojeka hevdîtinê li hev dikin. Roja ku li hevkirine, dê û bavên
xort û yek an jî du kesên nas bi hev re diçin mala bavê keçê. Ku xort
û keç hevûdu nasnekin xort jî diçe. Ku li gor dilê keçê be, keç qehwê
an jî çayê dikelîne û îkram dike. Na ku nebe, ji malê yekî din vê wezîvê
bi cih tîne. Piþtî hin axaftinên ji vî alî û wî alî, armanca hatina
mala bavê xort tê eþkerekirin. Ku mirov bersiva "ku xwedê kiriye
dê bibe" ji devê bavê keçikê bigire, ew îþareta bersiva erînî
ye. Piþtî heftek an du hevteyan carek din diçin mala bavê keçikê,
herêkirinê datînin. Û wexta nîþanê tê tesbîtkirin. Herêkirin dikare
bazinek yan jî zêrek be. Ku nexwazin keça xwe bidin, dibên "keça me
ya ku em bidin we nîne", yan jî "keça me hê biçûk e". Ku dilê xort û
keçê li hev hebe, bersiva dê û bavan bi piranî pozitîv e. Dê û bavên
ku li dijî zewaca xort û keçên ku li hev hez dikin, derdikevin pir hindik
in.
Dawet
Çêkirina dawete li gor rewþa malbata lêwik tê guhertin.
Dikare ji 2 rojan heta 5 rojan bidome. Du hefte berî dawetê, yek, xelatê
li nas û dihiyên (gund) derdorê digerîne. Li herdu aliyan jî xwarin
tê hazirkirin. Di dawetan de, çend rojan li dihol û zirnê xistên, îþareta
dewlemendbûnê ye. Li ber dihol û zirnê jin û mêr, keç û xort bi hev
re govendê dikþînin. Rojek berê ku bûkê bibin, êvarî destên bûkê
hene dikin. Piþt re birayê bûkê piþtekê piþta
xwîska xwe girê dide. Lê berî ku girê bide, xelatekê ji mala bavî lêwik
digre. Ev xelat, 30-40 sal berê pir bûye. Lê niha tiþtekî pir
sembolîk e. Bûkê bi piranî rojên pêncþemê û yekþemê (bazarê)
derdixin. Berî ku bûk di hundir keve, teþteke hevîr ya biçûk li
ber lingên bûkê datînin. Wisan tê bawerkirin, ku bûka pê li teþtê
neke û derbazî xênî be, dê malkir be. Ku pê lê bike, dê nebe malkir.
Merivên herdu aliyan xelatên wek televîzyon, sarinc (dolaba cemedê),
bazin, zêr û gor aboriya xwe, pere dibin dawetê. Lê ji bo xwarinê dikarin
pez jî bibin. Heta 30 sal berê jî bûk bi hespan dibirin, lê niha bi
erebeyan dibin. Niha li navenda (merkez) Baskîlê dawet weke berê nînin.
Niha bêtir li salonan dawet çe dibin Hetta hinek li Elezîzê salonan
kirê dikin û diçin daweta xwe li wir dikin.
Têziye:
7-10 rojan þîn tê kirin. Di van rojan de kesên ku
wê malbatê nas dikin tên serxweþiyê. Jin li odekê û mêr jî li
odekê di têziyê de rûdinin. Heta heftekê cîran û nasên mala xwediyê
kesê/kesa mirî li mala xwe þîvê hazir dikin û dibin mala ku þîn
lê ye. Firaqan jî mala ku xwarin amade kiriye, diþo. Di hîda (eydî/cejn)
rojiyê û heciyan de merivên nîzik diçin goristanê (ser mezelan). Þekir
an jî pere li ser gora mirî datînin û dua dixwînin.
Di van 15-20 salên dawî de hejmara xort û keçên Baskîlî
ku li zanîngehan dixwînin gelek zêde bûye. Li çi heyf e, ku politîkaya
asîmîlasyonê ew kerr û gêj kirine. Lê divê be zanîn, Baskîliyên ku di
van salen dawî de ji bo nasnameya xwe canê xwe feda kirine jî hene.
Peywendiyên axatî û esîrtiyê gelek qels bûne. Mirov dikare bêje, kes
quruþekî Tirkiyê jî bi axan nade.
|
Kinc/cil:
Þewqeyên Baskîlê yên meran meþhûr in. Ku mirov here
qehweyeke Baskîlê, mirov dê bibîne ku ji nîvê mêran zedetir bi
þewqeyên xwe yên kelkirî rûniþtine bi kaxezan dilêyîzin.
Li navenda Baskîlê, piraniya mêran pantol, qollik, çekêt li xwe
dikin. Jin jî fîstan û di bin fîstên de kirasan li xwe dikin.
Jinên ku pantol û bilûz li xwe dikin jî gelek in. Jinen navsal
ku piraniya wan nexwendî ne, serê xwe bi xav an jî çîtan digirin.
Lê di van 10-15 salên dawî de hin jinên pir girtî, hetta bi çarçefên
reþ digerin jî hene. Çarçefên reþ ne kultura kurdên
Baskîlê ye, wek ku me got, di van salên dawî de ji derve hat nav
gele Baskîlê. Hinek jî mantoyên dirêj li xwe dikin û serê xwe
bi eþarbên taybetî, ku jê re turban tê gotin, digirin. Ev
jî ne kultura gelê (xelk) Baskîlê ye, di van salên dawî de ji
derve hatiye.
|
|
|
|